Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Tirkî li her sê bajarên Diyarbekir, Wan û Bûrsayê helmeteke binçavkirinê dan destpêkirin û 63 kesên Kurd binçav kirin.
Dadgeha Diyarbekirê biryarek bi girtina du endamên Partiya Demoqratîk a Gelan derxist û her wiha polîsan jî 10 serokên şaredariyan binçav kirin û ew avêtin zindanê.
Li devera Wanê, 44 kes di nava bajêr de hatin binçavkirin û li gundên dorhêla Wanê jî, hemleta binçavkirinê hêj li dar e.