Bûyerpress
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyên Tirkiyê ku dibêjin Washington piştgîriya leşkerî li ser Hêzên Sûryaya Demoqratîk rawestandiye, red kir.
Koçka Sipî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Amerîkayê ji bo rawestandina piştgîriya Hêzên Sûryaya Demoqratîk, tu tişt ji Serokê Tirkiyê re negotiye û nûçeya rawestandina piştgîriyê ji rastiyê gelekî dûr e.
Di heman daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Serokê Amerîkayê navê HSDê jî neaniye ser zimên û li ser tu alîkarî û piştgîriyê neaxiviye.