Bûyerpress
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Dr.Kemal Besrawî, yekemîn sala xwendinê ji bo salên 2017-2018 li Zanîngeha Kobanê ragihand, ew jî ji 11’ê meha 12’an ve.
Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk li devera Kobanê ji beriya aniha ragihandibû ku ew ê zanîngehekê bi navê bajêr veke û deriyê tomarkirinê li pêş xwendekar û mamosteyan vekiribû.
Zanîngeha Kobanê, wekî sêyemîn zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê vedibe, ew jî di pişt Zanîngehên Rojava û Efrînê re.