Bûyerpress
Rêxistina DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ragihand ku wê danûstandinên li gel rêjîma Sûrî red kirin, û got ku ew ê li pirava rojavayê çemê Feratê hetanî dawiyê şerê xwe bike.
Ji beriya aniha, hêzên rêjîma Sûrî karîbû bi rêya çend êrîşan, çar bajarokan li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bêxe jêr dorpêça xwe, û hetanî aniha jî dorpêça wan hêj li dar e.
Di heman demê de, rêxistina DAIŞê li çend gundên ku li ser sînorê Iraqê ne, bi awayekî tund li ber xwe dide.