Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Zimanê kurdî ji zayenda bêjeyan ve pir girîng e.
Di kurdî de zayenda piraniya bêjeyan mê ye, hindin peyv nêr in û jimareke pir hindik jî nêremok in. Yanî herdu zayend jî li wan tê.
Li virê dê li ser çar aliyan rawestim; weke aliyê Rojhilat, Rojava, Bakûr û Başûr.
Zayenda aliyê Rojhilatê, mê ye û hersê aliyên dî nêr in.
MÎNAK:
Rojhilata Kurdistanê.
Rojavayê Kurdistanê.
Başûrê Kurdistanê.
Bakûrê Kurdistanê.
Kurdên Bakûr û yên Rojava di zayenda aliyan de şaşiyên mezin dikin. Xasma jî di gotina “Rojhilata Kurdistanê” de, dibêjin “RojhilatÊ Kurdistanê.”
Sedemê wê şaşiyê jî ev e:
Bi soranî dibêjin “Rojhilatî Kurdistan.”
îcar Kurmanc jî dibêjin “RojhilatÊ Kurdistan.”
Diyar e ku di soranî de zayenda peyvan tune. Nîşana zayendê û daçeka milkane tev “î” ye, dibêjin “babikî min, dayikî min, nêriyî min, bizinî min…”
Tiştekî balkêş ev e ku hemû Kurd di bilêvkirina ŞERQ-UL EWSETê de bi kurdî dibêjin ROJHILATA NAVÎN.
Nexwe çima wê nebêjin ROJHILATA KURDISTANÊ?