Derbarê êrîşên DAIŞ li ser herêma Şingalê ya Kurdî serkirdeyê TevDem Aldar Xelîl gotinine germ li ser Ronahî Tv gotin.
Aldar Xelîl got: ʺÇawe DAIŞ dikarê dest deyne ser Şingalêʺ.
ʺBirastî, bi dirêjayîya salan, gava herêmek di bin destê mirov de be û mirov bêje ez parêzvanê herêmê me, ew xwediyê xêr û samanên wê be, wilo karîn heye ku em hêzekê ava bikin û bi navê wê di civaka navdewletî de biaxivin, û nav li xwe dike hikûmetʺ.
Aldar Xelîl tekez dike ku kesê nikaribe du seetan berevaniyê di ber şingala pîroz de bikin, çawe navê xwe dike hikûmet.
Aldar Xelîl berdewam dike:ʺLê li dawiyê gava beşek ji herêma me rastî metisiyê bibe û biryarê nede ku êrîşê vegerîne, ev tê wateya ku wî rêkeftinek li dijî berjewendiyên gelê xwe û rastiya hebûna wî imze kiriye, ev tê wateya ku wî Kurdistan firotiye, çawe bi vî awayî dihêlin hêzên tundrew bikevin herêmên me yên pîroz de weke Şingal ya ku bajarekî me yê dîrokî ye, bi kêmayî we nikarîbû tenê du seetan berevaniyê di ber de bikin, divê ew dev ji vê payebûna ku nahêle alîkariyê bixwazin berdinʺ.