Bangek Lezgîn Ji Bo Lihewarçûnê
Ji mîr Tehsîn Seîd mîrê Êzdiyan
Ez bang dikim li birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û birêz Fûad Masûm serokomarê Iraqa federal û Hikûmeta Iraqê û Perlemantoya Iraqê û Perlemantoya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Dewletên Erebî û birêz Ban Kî mon razgirê giştî yê Netewên Yekbûyî û birêz Barak Obama serokê Emrîkayê û Yekîtiya Urupî û Civaka Navdewletî bi giştî û rêxistin û desteyên navnetewî yên têkildar.
Ji bo lihewarçûn û piştgirî û alîkariya xelkên Şingalê û navçeyên wê, gund û ciyên ku Êzdî lê dijîn, em bangê li wan dikin da ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û niştimanî hilgirin li aliyê Êzdiyan û alîkariya wan bikin di bobelat û rewş û halên aloz de yên ku îro tê de dijîn.
Zariwên vê olê xelkine aştîxwaz in, hemû prensîp û nirxên mirovî hembêz dikin û rêzê ji hemû olan re digirin, rojekê nebûne dijminê kesekî, ne ji zû ve bû, helwesta wanî mirovane ya mezin hebû bi birayên wan xelkên Mûsil û Tileʼferê re, îro ew pêdiviyê alîkariya birayên xwe ne.
Ev bangeke mirovane ye bi navê min û zariwên vê olê ji bo lihewarçûn û piştgirtina Êzdiyan û alîkariya wan di zûtirîn dem de.
Mîr Tehsîn Seîd
Mîrê zariwên ola Êzdahiyê li Iraq û cîhanê.