Bi gurkirina DAIŞ êrîşên xwe li ser herêm û navçeyên Kurdî re, hêzên Kurdan yên leşkerî dest bi berevanî û lirûseknandinê kirin, lê agahiyên serkirde û berdevkên leşkerî van rojan têvel in.
Rêdûr Xelîl berdevkê fermî yê YPG li ser rûpela xwe ya Fesbookê got ku DAIŞ dest bi meşa xwe ya ku wê bigihîne hilweşandinê kir, Rêdûr Xelîl berdewam kir: ʺHew îro DAIŞ hevraza xe ya imperatorî bi dawî kir, bi dagirkirina Zimar a Kurdistanî û pêşketina wê bi aliyê Tilkoçer de xwe dît xwedî erş..Hew îro vê imperatoriyê dest bi hilweşandinê kir û sibeh ji çavdêran re nêzîk eʺ.
Di heman derbarê de Ciwan Ibrahîm rêvebirê giştî yê hêzên Asayîşê li ser rûpela xwe ya Fesbookê nivîsand: ʺDivê hêzine girêdayî Yekîtiya Niştimanî Kurdî YNK û hêzine Yekîneyên Parastina Gel YPG derbasî herêmên bindestî Pêşmergeyên Partiya Demuqrata Kurdistanê PDK bibin, da ku pêkenîna devjêberdana ciyan û revê û dagirkirina DAIŞ ji wan ciyan û çekan re rawestînin, nabe em razî bibin ku evqas cugrafiya Kurdistanê di bin destê DAIŞ de beʺ.
Tê eşkerekirin bi wêneyan ku hinek ji serkêşên YPG û Asayîşê di nav wan de Polat Can û Ciwan Ibrahîm di serdanekê de bi hêzên Pêşmergan re bûn.
Wêne Ji Fesbook in.