Bûyerpress
Li mizgevteke bajarê Sînayê yê Misrî, ji ecnama êrîşeke terorîstî ku ji hêla 4 çekdaran ve pêk hat, zêdetir ji 200 mirovî hatin kuştin û 120 kes birîndar bûn.
Ajansa Misrî ya fermî ragihand ku di demekê de ku li mizgevteke bakurê Sînayê xelkê nimêj dikir, destpêkê çekdaran bumbeyek li nava wan peqand, paşê 4 çekdarên nava mizgevtê gulebaran kir.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Misrî helmeteke leşkerî ya berfireh li dorhêla Sînayê, li dij çekdarên tendrew daye destpêkirin.