Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji Adara sala 2011’ê ve hetanî Mijdara 2017’ê, ji encama şerê Sûryayê 343,511 Sûriyan jiyana xwe ji dest daye.
Di amara Rewangehê de hatiye ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 102,618 kes sivîl in. Ji wan sivîlan 19,000 zarok in û 12,000 jin in.
Her wiha hat zanîn ku ji encama şerê di navbera hêzên çekdar û leşkerî de, 178,000 hatine kuştin.