Bûyerpress
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov da zanîn ku dê bertekên Tirkiyê li dij hêzên Kurdî, rê li ber lidarketina Kongreyê Sotşî bo çareserkirina kêşeya Sûrî, negirin.
Bi rêya daxuyaniyekê Peskov diyar kir ku kongre dê ‘’di demeke nêz de’’ li dar keve, lê dîrok eşkere nekire.
Ji aliyê xwe ve Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) Şahoz Hesen ragihand ku ew ji aliyê Rûsyayê ve, bo kongreyê hatine vexwendin.