Bûyerpress
Li devera Qehtaniyê ku girêdayî Şengalê ye, gorneke komî ku 73 Kurdên Êzidî tê de bûn, hat dîtin û di nava wan de jin û zarok jî hebûn.
Birêvebir û berpirsyarên devera Qehtaniyê da zanîn ku ev gorna hatiye dîtin a Kurdên Êzidî ye û di serdema êrîşa DAIŞê de hatine kuştin.
Ji dema ku hêzên Pêşmergeyan di sala 2015ê de herema Şengalê ji nû ve kontrol kir û hetanî niha, 37 gornên komî hatine dîtin.