Bûyerpress
Desteya Cîbicîkar a Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM ragihand ku tevlî nakokiyên Tirkî û Îranê yên ji serdema Osmanî û Sefewiyan ve, lê belê îro li ser dijayetiya miletê Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Înê, TEV-DEMê got ku hevdîtinên vê dawiyê yên di navbera Tirkî, Îran û Rûsyayê de, nîşana wê yekê ne ku Tirkiyê gelek berdêl dane, da ku kiryarên xwe li dij Efrînê bide meşandin.
Di dawiya daxuyaniyê de, TEV-DEMê bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji destêwerdanên Tirkiyê yên li ser Efrînê re, deynin.