Bûyerpress
Berdevkê Hikûmeta Iraq Se’ed Hedîsî ragihand ku ew li hêviya Herêma Kurdistanê ne, da ku gotûbêjan destpê bikin.
Her wiha Hedîsî got ku piştî biryara Dadgeha Federalî der heqê referanduma Herêma Kurdistanê de, êdî em li bendî Herêma Kurdistanê ne da ku di çarçvoveya destûrê de, danûstandin bêne kirin.
Hedîsî tekezî li ser wê yek kir ku “Divê danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di çarçoveya rêzgirtina li destûrê û yekîtiya axa Iraqê de bin.”