Bûyerpress
Piştî civînekê li gel Serokê Îranê Hesen Rûhanî û yê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan, Serokê Rûsyayê ragihand ku wan li ser xalên sereke erê kiriye da ku hevpeyvîneke berfireh di navbera hemî pêkhateyên Sûrî de çêbibe.
Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku dê îro Pêncşemê Şanderê Navdewletî ji bo Sûryayê Stivan De Mistora seredan Wezîrê Derve yê Rûsî bike, da ku amadekariyên gereke nû ji Danûstandinên Cinêvê, bikin.
Di heman demê de komên rikberiya Sûrî aniha li Riyadê di civînan de ne, da ku şandeyeke hevbeş ji danûstandinan re amade bikin.