Bûyerpress
Li seranserî asîmanê deverên Efrîn û Şehbayê, firokeyên keşfê li gel ên şer ên dewleta Tirkiyê di tevgerê de ne û hêj digerin.
Dezgehên ragihandina xwecihî li ser zarê çavkaniyên leşkerî da zanîn ku li deverên Efrîn û Şehbayê, êdî firokeyên keşfê û yên şer ku yên artêşa Tirkiyê ne, digerin.
Herêma Efrînê ev heye demek ku ji hêla artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin, her wiha berpirsyarên Tirkiyê gefa destêwerdanê, li Efrînê dixwin.