Di pêwendiyekê de bi mamoste Ebdisemed Xelef Biro endamê bîroya siyasî ya partiya yekîtiya kurd li sûriyê, me jê pirsî li ser nûçeya di hinek malperan de hatibû weşandin, ku wan tawanbar dikin bi rûniştineke nehan bi rêjîmê re, wî ev bersiv da me:”Ji ber xebata me ya wêrek û hevdîtinên me bi partiyên encûmena niştimanî ya kurd re û nerînên me yên wêrek di ragihandinê de, û tiştê rojnameya me ya navendî diweşîne û bi taybet seknandina me dijî hilbijartinên serokatiyê li herêmên Kudî.
Di vê mijarê de û bi riya we (Bûyerpress) em ji (ENKS) dixwazin derxistina daxuyaniyeke fermî û derketina xwepêşandanan li dijî hilbijartina ku nayê pesindan ji bilî ku pêkenînek e”.
Li ser pirsa me: Çima Partiya Yekîtî û çima kesayetiya wî bi nav dibe?
Ebdisemed Xelef Biro got: “Em jenîna kolana kurdî dinimûnin, ji 2002an de em hîna li kolanê ji gel dixwazin ku li ser pirsgirêkên xwe bisekine û çareyan ji wan re bibîn, nerîna mamoste Hesen Salih di pêşandana roja Înê de tekezkirin bû ji vê nerînê re.
Lê di derbarê kesayetiya min de, ji ber ez nûnerê partiyê bûm û li van cih û çalakiyan hemiyan ez hebûm, lê tersî vê, ev gotinên derew berê xwe didin tevayîya endamên partiyê”.
Li dawiyê me jê pirsî li ser redkirina mamoste Fiwad Elîko û nîşankirina partiya ( PYD) wek jêder ji vê nûçeyê re, E. Xelef Biro got: “Birastî, di van seqayên mij û girik de gelek lîstikvan hene, em nikarin kesekî tawanbar bikin ji bilî rêjîmê û alîgirên wê, ji ber rêjîm tenê ji van awayên tevlîhevkirinê sûdar e.