Bûyerpress
Hevseroka Meclîsa Sûryaya Demokratîk Ilham Ehmed ragihand ku civînên aniha çêdibin, tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heremên Tirkiyê û rikberiya Sûrî ne û got ku tu kes nikare der heqê heremên kontrola HSDê de, biryaran bisitîne.
Di hevpeyvîneke xwe de Ehmed got ku der barê kongreyê Sotşî de, Rûsyayê Rêveberiya Xweser vexwendiye, lê dibe ku hetanî destpêkirina kongreyê guhertin çêbibin.
Her wiha Hevseroka MSDê Ilham Ehmed got eger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike, dê derbeyên giran bixwe.