Bûyerpress
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Heather Nauert got ku dê Amerîka fişarekê li Bexdayê bike, da ku firokxaneyên Herêma Kurdistanê veke.
Di konferansekî rojnamevanî de duh Sêşêm, Nauert tekezî li ser wê yekê kir ku bi her awayî diyalog li dar bikeve, da ku pirsgirêkên heyî çareser bibin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî her wiha got ku Nûnerê Hevpeymana Navdewletî û Wezîrê Derve yê Amerîkî têkiliyên xwe bi Serokwezîrên Herêma Kurdistan û Iraqê re, kirine.