Bûyerpress
Îro Çarşemê li Bajarê Sûtşî yê Rûsî, der barê kirîza Sûrî de, civîneke sêalî di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar dikeve.
Li gorî ku berpirsyarên her sê welatên navborî dane zanîn, civîna her sê aliyan dê ji bo gengeşekirina rewşa Sûrî û rêyên çareseriyê be.
Ji aliyekî din ve, îro Çarşemê li bajarê Riyadê dê rikberiya Sûrî kongreyekî li dar bixe, da ku amadekariyên xwe ji bo Kongreyê Sûtşî bike.