Bûyerpress
Der heqê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ji bo tunekirina encamên referandomê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nûçîrvan Berzanî got ku ev biryar yekalî ye û tu kes nikar vîna milet desteser bike.
Bi rêya konferansekî rojnamevanî, Berzanî got ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de Civaka Navdewletî wekî aliyekî sêyem beşdar bibe, da ku hemî bendên destûrê werin bicihkirin.
Her wiha Berzanî got ku ji beriya aniha me daxwaza danûsitandinan kiriye û tekezî li ser budceya Herêma Kurdistanê kir.












































