Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşa Rojava) li Kantona Efrînê erebeyeke cûreya Mercedes ku bi çek û cebilxaneyê barkirî bû, li Dergehê Xezawiye yê navçeya Şêrawa desteser kir.
Hêzên Asyîşê diyar kir ku ev erebe ji bajarê Idlibê hatiye û dixwest ku biçe bajarê Ezazê, da ku barê cebilxaneyê li wir dane.
Her wiha Asayîşan da zanîn ku ajokarê erebeyê aniha desteserkirî ye û ji bo lêpirsînê hatiye veguhastin.












































