Bûyerpress
Îro Sêşemê Krêmlîn ragihand ku duh Duşemê Serokê Rêjîma Sûrî Beşdar Esed li gel Serokê Rûsî Vladîmêr Putîn, li Rûsyayê civiyaye.
Bi riya daxuyaniyekê Krêmlîn got ku ji bo tunekirina terorê li Sûryayê, Putîn Esed pîroz kiriye û gotiye ku şerê terorê ber bi dawî ve diçe.
Her wiha Krêmlîn ragihand ku piştî seredana Esed, êdî Vladîmêr Putîn bi rêya telefonê têkilî bi Serokê Amerîka Donald Turmp re kiriye.