Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşa Rojava) duh Duşemê li devera Girkê Legê du kesên sextekar bi tawana sextekirina nasnameyên kesane, desteser kirin.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava, her du kesên ku hatine girtin, nasnameyên ciwanan diguhertin û temenê wan mezin dikir, da ku li ber leşkeriyê nekevin.
Di heman demê de Hêzên Asayîşê li bajarê Hisiça du bazirganên maddeyên hişber desteser kirin.












































