Bûyerpress
Serok Desteya Bilind a Danûstandinan a Rikberiya Sûrî Riyad Hicab tevlî Nûnerê ENKSê yê di wê Desteyê de Ebdilhekîm Beşar, dest ji kar berdan.
Serokê Desteyê Riyad Hicab, duh Duşemê vekêşana xwe ji Desteyê ragihand, lê belê sedemên vekêşanê neanîn zimên.
Li gorî hin çavkaniyên Rikberiya Sûriyê, ji bilî Riyad Hicab û Ebdulhekîm Beşar, Dr. Riyd Nasan Axa, Lîwa Ebdulezîz Elşelal, Muqedem Ebûbekir, Rayid Ebû Usame Elcolanî û Samir Hebûş jî ji Desteya Bilind vekêşane.