Bûyerpress
Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî bang li cîhanê kir ku sînorekê ji êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê re, deyne.
Di daxuyaniya xwe de Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê dibêje ku “Erdoxan gotiye bila YPG û YPJ ji Efrînê derkevin, lê YPG û YPJ zarên vê axê ne û parastina axa xwe dikin”.
Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ku dewleta Tirkiyê hêza xwe li ser sînor zêde kiriye û tevgera wê zêdetir bûye.