Bûyerpress
Çekdarên Artêşa Tirkiyê devera Şera ya Kantona Efrînê bi 5 avêjtokên Obîs topbaran kir, ji encamê ziyaneke mezin giha mulk û samanên welatiyan.
Ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel li deverên Şera û Cendrêsê bersiva jêdera topbarana Tirikiyê didin, û hatiye ragihandin ku di bersivdayîna YPGê de çekdarine Tirkiyê hatin kuştin.
Topbarana Artêşa Tirkiyê ji çend salan ve berdewam e, û di dema dawî de Tirkiyê hêzeke pir mezin li ser sînorê Efrînê bi cih kiriye.












































