Bûyerpress
Dadgeha Federal a Iraqê îro Duşemê biryarnameyek derxist, tê de ragihand ku Referandoma Herêma Kurdistanê ne destûrî ye û divê ku encamên wê bêne tunekirin.
Dadgeha Federal a Iraqê ku bilindtirîn desthilata dadwerî li Iraqê ye, biryara da ku Referandoma Herêma Kurdistanê li dij destûra bingehîn a Iraqê ye û divê ku encamên wê bêne tunekirin.
Hikûmeta Bexdayê jî, tunekirina encamên referandomê wekî mercekî pêşwext destnîşan kiriye, da ku danûsitandinan li gel Hewlêrê bike.












































