Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê li rojavayê Dêra Zorê, malbateke Êzîdî ku ji 5 zarok û 3 jinan pêk tê, rizgar kir.
Li gorî ku hat ragihandin, piştî operasyoneke taybet ji hêla Hêzên Sûryaya Demoqratîk ve, malbata Êzîdî ku ji 8 endaman pêk dihat, hat rizgarkirin.
Çawaniya rizgarkirinê û cihê ewan Êzîdiyan bi hûrgilî nehatiye diyarkirin, lê belê li gorî ku hatiye zanîn, hêj jî malbatên Êzîdiyan li nik DAIŞê dîl hene.












































