Bûyerpress
Der heqê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku gotibû em ê derbasî Qendîlê bibin û wir sererast bikin, Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik bersiv da û got ku”Bila werin, tu kesî destê wan negirtiye”.
Di axaftineke xwe de li gel kenaleke bi ser PKKê ve, Bayik got ku dê êrîşa Tirkiyê li ser Qendîlê, bibe xizmeteke mezin ji bo gelê Kurd.
Her Bayik bal kişand ser wê yekê ku “eger leşkerên Tirk nêzîkî Qendîlê bibin, ew ê derbeyên giran bixwin, lê belê Kurd tiştekî winda nakin”.