Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Şemiyê gundê Dibanê yê li gundewarê Dêra Zorê, ji dest çekdarên DAIŞê derxist.
Li gorî ku hat ragihandin, piştî şerekî dijawr li hember çekdarên DAIŞê, hêzên HSDê gundê Dibanê ku 50 kîlomitreyan li başûrê Dêra Zorê, bi temamî kontrol kir.
Helmeta Bahoza Cizîrê ev 71 roj e ku berdewam e, di çarçoveya vê helmetê de gelek deverên stratecîk ên rojhilatê Feratê hatine rizgarkirin.