Bûyerpress
Li hember projeya Yabanê ku ji Encumena Ewlehî doza dirêjkirina dema lêpirsîna kîmawî li Sûryayê kiribû, Rûsyayê mafê Vîtoyê bi kar anî û nehêla ku daxwaza Yabanê cî bi cî bibe.
Di rûniştina Encumena Ewlehî de duh Înê û bi amadebûna her 15 welatên endam, li ser doza Yabanê bo dirêjkirina dema lêpirsîna kîmawî dengdan çêbû, 12 welatan erê kir, Rûsya Vîto bi kar anî, Bolîvya na kir û Sînê jî deng neda.
Projeya Yabanê roja Pêncşemê ji bo Encumena Ewlehî hat pêşkêşkirin, tê de hatibû dozkirin ku bi qasî 30 rojan, dema lêpirsînê dirêj bibe.












































