Bûyerpress
Îro danê sibê erdhejeke din bi pileya 4.4 li gorî pîvera rêxterê, navçeyên Qesra Şîrîn a Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê û Germiyana Herêma Kurdistanê, hejandin.
Hat ragihandin ku îro demjimêr 7ê sibehê, bi pileya 4.4, erdhejekê deverên Qesrî Şêrîn û navçeya Germiyanê jî pê re hejandiye.
Hetanî niha ziyanên erdhejê nehatine ragihandin, lê belê di erdheja ku berî çendekê li Kirmanşahê çêbûbû, zêdetir ji 400 mirovî jiyana xwe ji dest da.