Bûyerpress
Şeva çûyî li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê, bumbeyeke dengî ku li rex firneya Zihdî çandîbû, peqiya, û tu zerer negiha tu kesî.
Bi rêya malpera Fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava, Berdevkê Fermî yê Hêzên Asayîşa Rojava Elî Hesen ragihand ku bumbeyeke dengî li rex firneya Zihdî ya taxa Ezîziyê peqiya, lê tu zerer negiha tu kesî.
Her wiha hat ragihandin ku ev peqîn di 10ê êvarê de çêbûye û tenê hin ziyanên biçûk gihane malên derdorê.