Bûyerpress
Duh înê li gundewarê Dêra Zorê bi rêya erebeyeke bumbebarkirî, êrîşeke xwekujî li ser kerwanê sivîlan pêk hat, ji encamê 20 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.
Sivîlên ku dixwestin ji deverên kontrola DAIŞê ber bi deverên HSDê ve biçin, di demjimêrên piştî nîvrojê de li gundê Ferec ku girêdayî Dêra Zorê ye, ji hêla xwekujekî DAIŞê erebeyeke bumbebarkirî li nava wan hat peqandin.
Li gorî ku hat ragihandin, hejmarek ji birîndarên kerwanê koçberan, aniha li nexweşxaneyên bajarê Hesekê têne dermankirin.