Bûyerpress
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê Rêyan Dîlon ragihand ku di hundir van her sê hefteyên borî de, firokeyên Hebpeymanê 4 fermandarên DAIŞê li Sûrî û Iraqê kuştine.
Dîlon eşkere kir ku fermandarên DAIŞê yên hatine kuştin Yûsiv Dîmîr, birayê wî Umer Dîmîr, Ebû Yezen û Ebdela Hacewî ne.
Bi vê yekê û li gorî amarên fermî yên Hevpeymanê, ji destpêka vê salê ve û hetanî niha, 117 fermandarên DAIŞê hatine kuştin.