Bûyerpress
Cîgirê Serokwezîrê Rûsî Gînadî Gatîlof ji Şanderê Navdewletî ji bo Sûryayê Stîvan Dê Mistûra re got ku Rûsya dixwaze 1’ê meha 12’yê Kongreyê Sûtşî li dar bixe.
Her wiha Gatîlof ji Dê Mistûra re tekez kir ku armanca Rûsya ji Danûsitandinên Asîtana û Sûtşî ew e ku çareseriyek ji kirîza Sûrî re peyda bike, ne ku berdêlekê ji Cinêvê re deyne.
Kongreyê Sûtşî ku bi navê Kongreyê Hevpeyvîna Niştimaniya Sûrî tê naskirin, biryar e ku li devera Sûtşî ya Rûsî di navbera hemî pêkhate û hêzên Sûrî de, çêbibe.