Bûyerpress
Kongrêsa Amerîkî duh Çarşemê ragihand ku Tevgera Nuceba ya bi ser komikên Heşda Şabî ve, tevgereke terorîst e û divê ku di nava sê mehan de bê qedexekirin.
Bi rêya daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî, Kongrêsa Amerîkî da zanîn ku piştî lêpirsînên berfireh, hat piştrastkirin ku Tevgera Nuceba ji hêla Pasdarên Îranî ve tê rahênankirin, her muçeyên wan jî her ji hêla Îranê ve tên dayîn.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi serpereştiya Hizbulaha Libnanî ev rahênan tevger çêbûye û divê di nava 3 mehan de bê tunekirin.