Bûyerpress
Komikên Artêşa Tirkiyê ku li devera Yazîbaxê ya herêma Ezazê bi cih in, careke din gundê Dîkmadaşê yê navçeya Şera, bi giranî topbaran kir.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, çekdarên Artêşa Tirkiyê bi avêjtokên hawinan gundê Dîkmedaşê topbaran kiriye, ji encama 6 avêjtokên ku li derdora gund ketine, ziyaneke mezin gihaye zeviyên welatiyan.
Topbarana Artêşa Tirkiyê û komikên bi ser ve, ji 4 salan ve û hetanî niha li ser heremên Efrîn û Şehbayê berdewam e.