Bûyerpress
Duh Çarşemê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê li her sê Herêmên Cizîr, Koban û Efrînê, lêborîneke giştî(Efû Am) ji bo hemî kesên ku ji Erka Xweparastinê reviyane, derxist.
Bi riya daxuyaniyeke nivîskî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê lêborîneke giştî ji bo hemî kesên ku ji Erka Xweparastinê reviyane, derxist.
Di daxuyaniyê de hatiye ku ev lêborîn tenê hetanî mehekê dê li dar be, çi kesên ku ferar in, çi li welat bin çi jî li derveyî welat bin, dikarin hetanî 15’ê meha 12’an seredana navendên Erka Xweparastinê bikin.