Bûyerpress
Narîn Omer
Sitêrname 5
Jineke hêzdar, xwedî vîn û bawerî ye, lewra di civakeke tengraman û nexweş de çarenûsa xwe, bi xwe şopandiye.
Hewl daye ku taybetmend û ciyawaz be. Ûdi demekê de ku civaka me kesên hunermend û dengbêj (Ji mêr û jinan) şermezar dikirin; wê biryara xwe ya girîng, eşkere kir.
Jînenîgariya Wê:
Nisrîna keça Emerê Osman, di sala 1922’yê de li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye.
Malbata wê bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, lê koçberiyê ew li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye.
Navê “Şêrwan”, wekî paşnav ji xwe re hildibijêre.
Hunermenda me derbasî çu dibistan û xwendegehan nebûye, tevlî vê yekê jî biryar daye ku ew jiyaneke normal nejî, nemîne jineke normal û tenê kevaniya male.
Dema ku dengê wê ber bi zelalî û xweşiyê ve diçe, êdî ew deng dibe nasnameya wê di civaka Kurdî û Iraqî de; ji lew re, dixwaze ku navê xwe di dîroka hunera Kurdî de bi tîpên zêrîn binivîse.
Belê, bi wî dengê zelal ê mîna avzêma solavên zaxo û mêrgên bajarên welêt, tevlî hola hunerê dibe.
Nisrîna Hunermend:
Di sedsala bîstan de Nisrîn tevlî koçka hunerê dibe. Wê hingê huner û mûzîka Kurdî di asta germbûn û bilindbûnê de bûn.
Di Radoyaya Bexdê de, Beşê Kurdî bûbû dergehê navdariya her hunermend û nivîskarekî Kurd.
Nisrînê xwest ku xwe ji dîlbûna çar dîwaran derxîne. Û dengê xwe yê xweş û zelal diyarî gelê xwe bike. Pê re jî razên hinav û dil bi deng û reng bike, û asoyên hebûna jinê ji hest û nest, ji bîranînên çengfirandî yên mîna mebest û daxwazên wê yên bêdawî, bixemilîne.
Di sala 1944’ê de û bi hevaltiya hunermendê kurd Eliyê Merdan, berê xwe dide Bexdaya Paytext û li wir bi awayeke fermî dest bi karê hunerê dike û çend sitranan tomar dike.
Nisrîn, bi sitrana “De Lê Lê” dest pê dike, û bi wê derbasî dil û rewanê gelê xwe dibe.
Pêwendiyên xurt û bi coş, bi pirî hunermendên jin û mêr re girêdide û bi wan re aheng û konsertan li dar dixîne.
Ev pêvajo dom dike, heta ku Nisrîn dibe ji wan hunermendên navdar û xwedî hêz û cihê xwe di dilê Kurdan de mezin dike.
Êdî helbestvan û awazjenên kurd lê dicivin, li ser pêlpêlokên dengê wê sitran û awazan dirêsin û belav dikin, û dilê civakê geş û xweş dihêlin.
Nisrîn bêhtir ji çarsed 400 sitranên cûrbicûr tomar dike; wekî yên:gerêlî, civakî, evînî, cînavî, sirûştî û hwd…, ji xwezeya kurdistanê hest û ramanan dixemilîne û vejîn dike.
Dawiya Vê Hunermendê:
Mixabin, tevlî kar û xebata vê jina leheng di hêla huner, civak û çanda Kurdî de û dilsoziya wê ji doza gel re; çirûskên jiyana Nisrîn roj bi roj melûl dibin, bêçare dimîne û di sala 1975’ê de xwe ji hola hunerê dûr dike. Da ku bibe dîla her çar dîwaran. Dost, meriv û hezkiriyên wê jê dûr dikevin û di rewşeke derûnî û civakî ya zor de dijî. Bi bablîsoka biyanî û tenahiyê re tê zîvirandin, wekî ku ew, ne ew hunermenda navdar û giranbuha be! wekî ew ne ew dilsoza hêvîdar be!
Nisrîn Şêrwan li xwe û rewşa xwe meyze dike ku êş û jan li can û cendikê wê civiyane, rondikên zuha di çavên wê de diçikilin.
Di 10’ê meha 10’ê li sala 1990’î de, Nisrîn Şêrwan li pêlên mirina bêwijdan siwar dibe û li Bexdê, bê pêjin û bê deng cendikê wê tê veşartin.
Pêwîst e ku gelê me bi awayekî fermî û gelêrî li vê hunermendê vegere, li ser huner û karê wê raweste û mafê wê lê vegerîne
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017