Bûyerpress
Berhevoka Lêkolîner û Folklornasê Kurd Salihê Heydo ya bi navê “Stranên Şahî û Govenda Ji Folklorê Winda”, ji weşanên Weşanxaneya DARê li bajarê Qamişlo derket.
Berhema navborî, sitranên kenvare û kêmpeyda yên folklor û zargotina Kurmancî vedihewîne.Anku ev berhem ji encama danehev û lêkolînê hatiye berhevkirin.
Di nava pelên evê berhevokê de, nivîskarê berhemê serpêhatî û çîroka her sitranekê nivîsiye.
Ne tenê wilê, lê belê bi awayekî akademîk, li rex her sitranekê awazên wê bi notên muzîkê hatine xêzkirin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017