Sitûna Kutûrnameyê
Zeynulabidîn Zinar
Peyvika ”folklor” di nava xelkê de, ji van tiştan re tê gotin:
Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi wê/wan ve ku bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava wan de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stiran, leystik, dîroka devkî, efsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore u hwd…re tê gotin.
Lê belê peyvika ”folklor” bi vî hawayê li jorê ku di nava xelkê de, tenê ji van tiştan re tê gotin, ne rast e. Lewra folklor bi wateya xwe ya ferhengî, ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin.
Peyvika ”folk” wateya xwe bi Kurdî ango gel/xelk, peyvika ”lor” jî bi wateya ”zanîn/zanist”.
Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya ”zanistiya gel” dide û di Kurdî/Kurmancî de jî ”gelêrî” tê gotin.
Peyvika ”folklor” cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara ”Athenaeum”ê de hatiye bikaranîn.
Vî camêrî wek “Folk-lore” bi kar aniye. Piştre jî Elmaniyan peyvika “folklore”yê bi kar aniye.
Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan Hindoewrûpî ye) belav bûye heta ku ketiye nêva zimanê kurdî jî.
Folklora Kurdî pir dewlemend e. Lê li nava Kurdan pir kêm kes hene ku xebata wan li ser Folklora Kurdî çêbûye. Li Swêdê Zeynulabidîn Zinar 1.710 perçeyên folklorî berhev kirine û di deh cildên XWENÇEyê de dane weşandin.
Li Yekîtiya Sovyetan jî, piraniya zaruyên malbata Celîl (Prf. Ordîxanê Celîl, Prf. Celîlê Celîl, Celîla Celîl) her yekê çend berhemên folklorî amade kirne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017