Bûyerpress
Nûşîn Bêcirmanî
Çi tengasî, kirîz û kêşeyên bi ser walat û gelan de tên, bendorekê li jîwer û jiyana wan dikin, guhertinan di bawerî û omîdên wan de jî diçespînin; gerek e ev tev ji wan re bibin ezmûn û wane.
Bê guman tişta li Kerkûkê rûdayî, ne hêsan e, lê belê, bandor li hêvî û moralê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, kiriye…
Di gel vê hejandina bîranîn û jîwerê Kurdan, gerek e em baş zanibin ku ev tişta bûyî, bi rojekê û du rojan venagere weke berê, rewşeke nû li Kuristanê peyda bû, birîneke kûr di bîreweriya Kurdî de vebû, ne tenê wilê, lê hêvî çilmisîn, tirs ji nimûneyeke din ku li parçeyên Kurdistanê yên din ku rûbide, heye….Ji aliyê din ve saxkirina wê birînê ne hêsan e, ji ber wilê pîwîst e berî her tiştî Kurd li derman bigerin……
Çendî em hev tawanbar bikin (Çi ji vî alî û çi ji aliyê din) ev bêsûde ye, nexasim di vê qonaxa hestyar de, çiku tu çareseriyê naîne meydanê, ev dê kelem û astengan li pêşiya lihevkirina kurdan biçîne, derfetên nêzîkbûnê weke bersiv ji vê rewşa xirab re, dê herin û winda bibin, em ê vegerin salên Şêstan ji sedsaliya bûrî….Weke mînak, dema kesek birîndar dibe, an bikeve di goleke kûr de, gelo pêwîstî bi gazindan heye çima birîndar bû, yan çima tu ketî gola avê?!! Yan a baştir ew e ku em ji saxkirina birînê re kar bikin, em wî ji gola avê xelas bikin; bê goman ya girîng û pêwîst ev e.
Rast e, di nav xwe de gavin ber bi yekrêzî û hevgirtinê ve avêtine lê ji tevgera kurdî li Başûrê Kurdistanê tê xwestin ku bi lez jî, vegerekê li gavên di van çend mehên bûrî de ku hatine dan bi şêweyekî rexnedarî bike, ku xwendineke nû ji siyaseta nevdewletî û herêmî re bike, dost û dijminên xwe ji hev nas bike, ji milê din ve ew siyaseta navxweyî jî vegereke rexneyî lê bibe, da karibin ji vê astenga ku ketinê, bi kêmtirîn ziyan derbas bibin.
Gelek milet û welatan, astengî di pêvajoya wan a siyasî û rêça xebata wan de hatine der, lê ewan dizanîbû milê xwe ji bahozê re deynin ta ku derbas bibe…Wilo dê xwe biparêzin û gaveke nû bi şêwene din ên kar û siyaseteke pîvayî bidin, ku karibin hevsengiyekê di navbera siyaseta navdewletî û berjewendiyên xwe de peyda bikin.
Eger em bi hev re, wek hêzine kurdî xwe nedin xuyanîkirin ku em miletekî demokrat in, ji hêla din ve eger em bi pêkhateyên ku bi me re li ser vê xakê dijîn re, ji bo em wêneyekî baş û şaristanî bidin diyarkirin, şêweyê kar ê ku em bi hev re bikar tînin, ne heman karê siyasî bi hêz û dewletên ku îro siyaseta zemînê bi tevayî ji hûnanên wan e, bikin, wilo dê bêbaweriya bi me li ba wan peyda bikin, ev jî zirareke gelek mezin e, dê encamên wê jî li me neyînî bin.
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûryayê jî, Hêzên Sûryaya Demoqratîk ku şervanên “YPG- YPJ” tê de beşekî sereke ne, serkeftinên xuya û berze li dijî terora DAIŞê bi dest dixin, di encamê de Parêzgeha Reqayê û bajêr bi xwe jî kontrol kirin û ji terora DAIŞê rizgar kirin.
Li herêmên din ên Rojava û Bakurê Sûryayê jî gelek dever kontrol kirine û niha jî li derdora Dêra Zorê şerê terorê dikin û heremên rojhilatê Çemê Feratê bi dest dixin, lê gelo, ma YPG û YPJ dê ji bo çareserkirina çarenûsa miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bes bin, an jî pêdivî bi yekrêzî û yekhelwestiya kurdî ji hemû aliyan ve heye …… !!.
Bê guman, çawa li Kurdistana Başûr rewş ne li gor berjewendiyên gelê Kurdistana Başûr bi rê ve çû, ew metirsiyên ku rûdidan û Rêjîma Ebadî bi alîkariya Heşda Şabî dest avêt heremên ku di navbera Kurdistana Başûr û Hikûmeta Ebadî de cihê nakokiyan bû, li vir jî heman metirsî ji leşkerên rijîma Tirkiyê û milîsên (Artêşa Azad) ên bi Hemahengiya Sûryayê ve girêdayî ne ku rijîma Erdoxan piştgiriya wan dike ku gefan li hêzên Sûryaya Demokratîk dixwin, hene, êrîşên xwe jî berdidin ser gund û heremên Efrînê, bi tang û topan wan gulebaran dikin, bi ser wilo de jî ev demeke dirêj e ku herema Efrînê ji hêla van hêzên tundrew û rêjîma Tirkiyê ve dorpêçkirî ye.
Her dû beşên Kurdistanê di heman rewşan re derbas dibin, heman şer li ser wan heye; lê gelo pêwîst e çi were kirin da ku em karibin li hember van asteng û êrîşan derkevin.
Di dawî de, hebûna vînekê bo karekî rast û durist û berdewamiya vê vîn û helwestê, dê ji bo cîbicîkirina mafên gelê Kurd, bersiv be…..
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017