Bûyerpress
Çekdarên Artêşa Tirkiyê ku li Kelha Sem’anê bi cih in, bi berdewamî, navçe û deverên Kantona Efrînê dikin armancên topbarana xwe û herî dawî jî gundî Îska û Girê Dîkmedaşê hatin topbarankirin.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, komikên Artêşa Tirkiyê gundê Îska yê navçeya Şêrawa û Girê Dîkmedaşê yê navçeya Şera bi giranî topbaran dikin.
Hetanî niha 3 top li gundê Îska ketin û ji ziyanên maddî pê ve, tu ziyan negihaye xelkê gund.