Bûyerpress
Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê duh Duşemê helmeteke daneheva alîkariyan, ji bo qurbaniyên erdheja Kirmanşahê ragihand.
Ev helmeta alîkariyan dê bi hevkariya li gel Desteya Ciwanan be, her wiha dê li ser asta her 3 heremên Rojavayê Kurdistanê komîteyên daneheva alîkariyan werin çêkirin.
Helmeta Kordînasyona Ciwanên Kurd, ji 14’ê Mijdarê dest pê dibe û 21’ê Mijdarê bi dawî dibe, da ku bi dest xwe re alîkarî ji bo Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê bêne birêkirin.