Bûyerpress
Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê Ryan Dillon di konfransekî rojnamevanî de, der barê egera êrîşeke Tirkî li ser Efrînê, got ku em ê piştgîriya hevpeymanên xwe HSDê bikin.
Di bersiva rojnamevanekî de ku pirsîbû eger Tirkî êrîşî Efrînê bike dê helwesta Hevpeymanê çi be, Dillon got em ê piştgîriya Hêzên Sûryaya Demoqratîk bikin.
Hêzên Sûryaya Demoqratîk bi hevkariya li gel Hevpeymana Navdewletî çend bajar û bajarok ji dest çekdarên DAIŞê derxistine.