Bûyerpress
Bi hilkefta slavegera Şewata Sînema Amûdê, duh Duşemê Festîvala Rojava ya Duyemîn a Filmên Sînemayî, li bajarê Qamişlo dest pê bû.
Duyemîn Festîvala Filman ku dê li navenda Mihemed Şêxo çalakiyên wê li dar bikevin, bi serperştiya Komîna Filim û bi serkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Cizîrê ye.
Ev Festîval 77 belgefilm û kurtefilman vedihewîne û biryar pê heye ku hetanî 17ê Mijdarê dom bike.