Bûyerpress
Erdheja 12’yê Mijdarê ku piraniya deverên Kurdistanê hejand, hejmara qurbaniyên wê li Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 600 kesan çêbûye.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Îranê, amarên fermî yên herî dawî didin zanîn ku tenê li Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 600 mirovî canê xwe ji dest daye û 6 hezar mirov jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku hêj jî li deverên Kirmanşahê, qurbaniyên erdhejê di bin kavilê xaniyan de hene.