Bûyerpress
Çekdarên artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê duh Duşemê, gundên Îska û Basûfanê yên Kantona Efrînê, bi çekên giran topbaran kir.
Komikên artêşa Tirkiyê ku li Kelha Sem’anê bi cih in, bi çekên giran her du gundên Îska û Basûfanê yên navçeya Şêrawa topbaran kir û li gorî ku hatiya zanîn, hetanî niha 10 top li her du gundên navborî ketine.
Ji encama evê topbaranê hêzên YPGê bersiva jêdera topbaranê da, û nehatiye zanîn ku ji encamê topbaranê çi ziyan gihane her du gundan.